SGK’Ê PEREYÊN PANDEMÎYÊ YÊ JI BO NEXWEŞXANEYAN BETAL KIR
Bi guhertina ku di Daxuyanîya Pêkanîna Tenduristîyê de hatîye kirin, pereya "xizmeta lênihêrîna pandemîyê û lênihêrîna giran" ya ku Sazîya Ewlehîya Civakî (SGK) tenê ji bo dermankirina bûyerên Covîd-19 yên di dema pandemîyê de, ji bo nexweşên ku li nexweşxaneyê têne razandin dide, hate betal kirin.
Bi guhertina ku di Daxuyanîya Pêkanîna Tenduristîyê de hatîye kirin, pereya "xizmeta lênihêrîna pandemîyê û lênihêrîna giran" ya ku Sazîya Ewlehîya Civakî (SGK) tenê ji bo dermankirina bûyerên Covîd-19 yên di dema pandemîyê de, ji bo nexweşên ku li nexweşxaneyê têne razandin dide, hate betal kirin. SGK ji bo her nexweşek li gor şevekê hezar û 124 TL dida nexweşxaneyan. Hat dîyarkirin ku nexweşxaneyên taybet piştê ku SGK dayîna pereyan rawestand, wê li nexweşên ku di beşa lênêrînê ya giran de bişopînin tercih nakin û wê fatûreyê jî rasterast ji nexweşan re were birrîn.