Serokkomarê Kolombîyayê Gustavo Petro, piştê hevdîtina bi sefîrên Îsraîl û Filistînê yên li Bogotayê re, ragihand ku ew ê li Ramallahê sefaretxaneya xwe vekin.
Petro di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wêneyên ku bi Sefîrê Bogota yê Îsraîlê Gali Dagan û Sefîrê Bogotayê yê Filistînê Raoulf Almalk re kişandîye, parve kir.
Petro piştê hevdîtina xwe ya bi sefîran re dîyar kir ku ew ê li Ramallahê sefaretxaneya xwe vekin û wiha got, "Min helwesta xwe ya li ser lidarxistina konferansa aştîyê ya navneteweyî ya ku wê rê li ber du dewletên serbixwe û azad veke, nîşan da.
Min tekezî li ser hevgirtina xwe ya bi zarokên Îsraîlî û Filistînî re kir ku divê di nava aştîyê de bijîn û xwedî van mafan e.
Em ê balafira alîkarîyên mirovî bişînin Gazeyê. Kolombîya wê sefaretxaneya xwe li Ramallah a Filistînê veke.”