Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştê ku Rûsyayê ragihand ku Peymana Genim hatîye rawestandin daxuyanî da û got, "Ez bawer dikim ku Serokê Rûsyayê Pûtîn dixwaze ev pira însanî berdewam bike."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştê ku Rûsyayê ragihand ku Peymana Genim hatîye rawestandin daxuyanî da û got, "Ez bawer dikim ku Serokê Rûsyayê Pûtîn dixwaze ev pira însanî berdewam bike."
Erdogan dîyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan wê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê ra bicive û wiha îfade kir, "Dibe ku em bi telefonê bi Birêz Pûtîn re hevdîtinan bikin, bêyî ku li benda meha Tebaxê bin, gavan bavêjin."
Li ser pirsa têkilîyên Tirkîye-Sûrîyeyê jî Erdogan dest nîşan kir ku mijara girtina derîyê Sûrîyeyê ne rast e û wiha got, "Em ji hevdîtina bi Beşar Esad re ne girtî ne, çêdibe ku em hevdû bibînin."