Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener a ku duh bi şev ji ber nexweşîya xwe rakiribûn nexweşxaneyê, îro danê sibê ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener a ku duh bi şev ji ber nexweşîya xwe rakiribûn nexweşxaneyê, îro danê sibê ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Rayedarên partîyê û bijîşkê Akşenerê daxuyanî dan ku nexweşîyeke cidî û xerab ya Akşenerê tuneye. Akşener a ku ji nexweşxaneyê derket, ji çapemenîyê re tu daxuyanî neda.
Berdevkê ÎYÎ partîyê Kurşad Zorlu, derbarê rakirina nexweşxaneyê ya Akşenerê de daxuyanî da û wiha got, "Di vê pêvajoyê de hinekî westîya ye, wê bêhna xwe bide." Li alîyê din Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li nexweşxaneyê Meral Akşener zîyaret kir.