Nêzê 50 kesan ji wezîfeyên xwe yên di rêxistina ÎYÎ Partîyê ya Bajarê Elezîzê de îstifa kirin.
Nêzê 50 kesan ji wezîfeyên xwe yên di rêxistina ÎYÎ Partîyê ya Bajarê Elezîzê de îstifa kirin.
Piştê biryara bi tena serê xwe ketina hilbijartinê de Serokê ÎYÎ Partîyê yê Elezîzê Servet Gurgozeler, Serokê Navçeya Navend Aygûn Akgul, endamên lîjneya rêveberîyê û Serokatîya Sîvrîce jî di nav de nêzê 50 kesan ji partîyê îstifa kirin.
Di daxuyanîya rêxistina ÎYÎ Partîyê ya Elezîzê da wiha hat gotin: "Em wek Serokatîya Bajar a ÎYÎ Partîyê bi Serokê Navçeya Navend Aygün Akgul û endamên xwe yên lîjneyê re ji ber hewcedarîya ku em di erka xwe de dibînin îstifa dikin. Ev daxuyanîya me ji raya giştî re ye."