SEROKÊN PARTÎYÊ JI BO KETINA QADÊ AMADEKARÎ DIKIN
Serokên CHP, ÎYÎ Partî, DEVA Partî, Partîya Seadetê û Partîya Demokrat ku peymana Pergala Parlamenterîyê ya Hêzdar îmze kirin, ji roja Duşemê ve xwe amade dikin ku biçin qadan.
Serokên CHP, ÎYÎ Partî, DEVA Partî, Partîya Seadetê û Partîya Demokrat ku Peymana Pergala Parlamenterîyê ya Hêzdar îmze kirin, ji roja Duşemê ve xwe amade dikin ku biçin qadan. Rêveberên CHP û DEVA Partîyê û Partîya Demokrat amadekarîya mîtîngê dikin. Rêveberên ÎYÎ Partî, Seadet û Partîya Pêşerojê jî dîyarkirin ku wê serdanên xwe yên gel bidomînin.