Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş, lêçûna qurbanên wekaletê ya sala 2022an eşkere kir.
Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş, lêçûna qurbanên wekaletê ya sala 2022an eşkere kir. Erbaş, ragihand ku di sala 2022an de mesrefa qurbana wekaletê li welêt 2 hezar û 250 lîre û li derve jî 1800 lîre hatîye dîyarkirin. Erbaş destnîşan kir ku berîya Cejna Qurbanê, ew ê li 81 parêzgehan li nuqteyên girîng stantên qurbanan bên danîn.