Serokê DÎSÎDER Akbaş got ku zêdekirina mûçeyê kêmtirîn barê karsazan e û ji hikûmetê hêvîya alîkarîyê dikin.
Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DÎSÎDER) Şeyhmus Akbaş, dîyar kir ku zêdekirina mûçeyê kêmtirîn barê karsazan e û got ku ew ji hikûmetê hêvîya alîkarîyê dikin.
Akbaş li avahîya komeleyê bi endamên çapemenîyê re hat cem hev û geşedanên li welat û herêmê yên sala 2023an nirxand.
Akbaş xwest ku mûçeya kêmtirîn a nû bi fêde be û wiha axivî; “Dixwazim dîyar bikim ku divê barê kardêran di warê lêçûnên zêdekirina xwedîyê kar de bê kêmkirin û di vî warê de em hêvîya piştgiriyê ji hikûmeta xwe dikin. Ev piştgirî ji bo me pîşesaz û hilberîneran pir girîng e.”
Akbaş dîyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî enflasyonê divê gavên baştir bên avêtin.