Serokê bajarê Amedê yê MHPê Cîhan Kayaalp ji doza îstîsmarê hat beraat kirin.
Serokê bajarê Amedê yê MHPê Cîhan Kayaalp ji doza îstîsmarê hat beraat kirin. Serokê bajarê Amedê yê MHPê Cîhan Kayaalp ku ji teref Navenda Giştî ya MHPê ve bi hinceta îstîsmara cinsî ji wezîfeyê hatibû avêtin, doh ji ber sûcên "îstîsmara cinsî ya li ser zarokan" hat darizandin. Ji ber ku delîlên têr nehatin bidestxistin ku sûcên der barê wî de tên iddîakirin, dadgehê biryara beraetê da û ligel beraetê biryara serbest berdana Kayaalp da.