Serokê Amrîkayê Joe Biden ji ber peymana agirbesta demkî ya 4 roj a di navbera Îsraîl û Hamasê de daxuyanî da.
Îsraîl û Hamasê li ser agirbesta demkî ya ku wê 4 rojan bidome li hev kirin.
Serokê Amrîka Joe Biden derbarê vê agirbesta demkî de daxuyanîya ewil da û dîyar kir ku ew dilşadî li peymana Îsraîl û Hemasê dike. Biden destnîşan kir ku heta hemû dîl girtî bên berdan wê gavên pêwîst bavêjin.