Serokê Klûba Amedspor Azîz Elaldi derbarê pêvajoya transferê de daxuyanî da.
Serokê Klûba Amedspor Azîz Elaldi derbarê pêvajoya transferê de daxuyanî da.
Elaldi da zanîn ku Eyûpcan Delîbalta, Mehmet Ozdîraz û Halît Çokyaşar ji tîmê derketin û li şûna wan Mert Çapar, Çektar Orhan, Berkcan Demîrcîoglu û Taşkin Çaliş cîh girtin.
Elaldi da zanîn ku transfera dawî Yakal Taylan e ku ji Bornovayê hatîye. Elaldi bi bîr xist ku dema transferê wê sibe bi dawî bibe û got ku wan weke Klûbê dema transferê girtîye. Her wiha Amedspor dawîya hefteyê wê li qada xwe û li ber alîgirên xwe bi Uşaksporê re maç bike. Maça krîtîk roja yekşemê saet di 14:00 de wê dest pê bike.