Di şerê çekdarî yê ku 3 roj berê li navçeya Erxenîyê di navbera mamê û birazîyê de derketibû, birazî jî jîyana xwe ji dest da.
Di bûyera ku di 11ê Berfanbarê de li Taxa Kemertaşê ya Navçeya Erxenî ya Amedê pêk hat de ap Şeref Tîryakî û birazî Hasan Tîryakî piştê nîqaşê bi çekan gule berdan hev.
Ap Tiryakî tevê hemû midaxeleyên ku roja bûyerê li nexweşxaneyê hatibûn kirin jîyana xwe ji dest da.
Birazî Hasan Tîryakî 2 roj piştê bûyerê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da. Piştê karên li nexweşxaneyê cenazeyê Hasan Tîryakî li gundê Bogazliyê hat definkirin. Lêpirsîna dozê berdewam dike.