Sekreterê Taybet ê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Samet Gudûk, li avahîya şaredarîyê rastê êrîşa kesekî ya bi çekê hat. Bûyer danê nîvro li Şaredarîya Bajarê Mezin a Edeneyê pêk hat.
Sekreterê Taybet ê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Samet Gudûk, li avahîya şaredarîyê rastê êrîşa kesekî ya bi çekê hat. Bûyer danê nîvro li Şaredarîya Bajarê Mezin a Edeneyê pêk hat.
Hat îdîakirin ku kesê ku hat hînbûn xebatkarê şaredariyê ye, bi çekê ket hundirê avahîya şaredariyê û gule bera Sekreterê Taybet Samet Gudûk da.
Gudûk ê ku 3 gule li laşê wî ketibû li nexweşxaneyê emelîyat kirin. Hate hînbûn ku rewşa Gudûk giran e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.