Hat dîyarkirin ku piştê zema li şekir a di Adar û Hezîrana 2022an de, careke din zem tê kirin.
Bihayên şekir ku di meha Adarê de ji sedî 31 û di meha Hezîranê de jî ji sedî 36-66 zem lê hatibû kirin, îro careke din jê re zem hat.
Fabrîqeya Şekir ya Tirkîye, nirxê şekir ji sedî 8 zêde kir. Tê bendêkirin ku ev zêdebûn di rojên pêş de wê li sûkê jî derkeve holê û bi bandor be.
Piştê ku şekir ji sedî 8 zêde bû, bihayê çewalekî şekir ê 50 kîlo ji 750 lîreyê derket 810 lîreyan.
Li gor nûçeya Îrfan Donat a (blumberght)Bloomberght, hat dîyarkirin ku bihayê kîloya şekirê navxweyî ji 15 lîreyan derketîye 16 lire û 20 quruşan û hat dîyarkirin ku ji vê bihayên şekir re hê wê KDV jî lê bê zêdekirin.
Di malpera fermî ya sazîya Fabrîqeya Şekir ya Tirkîye de ev qerara zem û bihabûnê hê nehatîye weşandin.