Şaxa SES'ê ya Amedê, sirgûnkirina nûnerê kargeha Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Serdar Buyukdenîz şermezar kir.
Şaxa SES'ê ya Amedê, sirgûnkirina nûnerê kargeha Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Serdar Buyukdenîz şermezar kir.
Gelek xebatkarên tenduristiyê beşdarî daxuyaniya li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê bûn. Endama Lijneya Rêveber a SES'ê ya Şaxa Amedê Gulhan Tekîn ku daxuyanî da wiha got, "Cîhên xebatkarên Nexweşxaneya Zarokan a Amedê bi awayekî keyfî tên guhertin, yên ku daxwaz dikin jî bi awayekî keyfî nayên guhertin. Ew ê ji kesên ku bûne sedema nelirêtiyê û yên ku ev biryar îmze kirine hesap bipirsin. Tekîn, anî ziman ku heta Buyukdenîz vegere cihê kar wê têkoşîna wan bi çalakî têkoşîna xwe bidomîne.