Şaredarîya Farqînê ya Amedê ku Partîya Wekhevî û Demokrasîyê bi ser ketibû, deynên ji qeyûm mayî bi bîlboardan daliqand.
Şaredarîya Farqînê ya Amedê ku Partîya Wekhevî û Demokrasîyê bi ser ketibû, deynên ji qeyûm mayî bi bîlboardan daliqand.
Rêveberîya şaredarîyê ragihand ku ji qeyûmê 90 milyon û 835 hezar û 598 TL deyn maye. Hat diyarkirin ku 41 milyon û 763 hezar û 249 TL deynê banka Îller e. Rêveberîya şaredarîyê jî der barê sîteyên ku qeyûm sewqî Qeymeqamtîya Navçeyê û sazîyên cuda kirin de jî heman biryar girtin. Di Civîna Meclîsê ya nîsanê de, biryarên tayînkirina qeyûman ên li ser hin mal û milkên şaredarîyê hatin betalkirin.