Şaredarîya Colemêrgê ku di bin banê qeyûm de tê birêvebirin ji ber dozeka tazmînatê dan îcrayê.
Şaredarîya Colemêrgê ku di bin banê qeyûm de tê birêvebirin ji ber dozeka tazmînatê dan îcrayê.
Welatîyek li Şaredarîya Colemêrgê doz vekiribû û tazmînatê qezenc kiribû, li ser li kar nexistina biryara dadgehê serî li îcrayê da. Welatî ji Daîreya Îcrayê ya Colemêrgê jî encamek negirt û ji bo mexdûrîyetê serî li Ombudsmanê da. Ombudsman serlêdanê nirxand û li Şaredarîya Colemêrgê parastina wê xwest. Şaredarî jî li ser daxwaza parastinê ya Ombudsmanê wiha got: “Ji ber kêmbûna budçeyê em nikarin pereyê welatîyê bidin.” Ev geşedan careke din deynên şaredarîyên ku ji alîyê qeyûman ve tên birêvebirinê anî rojevê.