Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di Pêşbirkên Jimnastîka Hunerî ya Nav Dibistanan de serkeftinek girîng bi dest xist.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di Pêşbirkên Jimnastîka Hunerî ya Nav Dibistanan de serkeftinek girîng bi dest xist.
Şaredarîya Bajarê Mezin bi 3 tîm û 2 werzişvanên serbixwe beşdarê Pêşbirkên Jimnastîka Hunerî ya Nav Dibistanan bû.
7 tîm û 35 werzişvanên serbixwe beşdarê Pêşbirka Jîmnastîka Hunerî ya Nav Dibistanan a ku li Salona Sporê ya Koşklerê ya navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin bûn.
Tîma Jimnastîkê ya Şaredarîya Bajarê Mezin ku di kategorîya biçûkan de ket pêşbirkê, bû yekemîn û sêyemîn û madalyaya zêr û 'kûpa' wergirt. Di werzişvanên serbixwe de Yusuf Emre Orak madalyaya 'zêr' û Zenan Yıldiz madalyaya tûncê bi dest xistin.