Di ser erdhêja Marmara ya 17'ê Tebaxê re 24 sal derbas bûn. Ji bo kesên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di ser erdhêja Marmara ya 17'ê Tebaxê re 24 sal derbas bûn. Ji bo kesên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Erdhêja ku wek îro çêbûbe di hafizayan de tê parastin, di 17ê Tebaxa 1999an de, demjimêr 03:02 xulek ên nîvê şevê de bi pileya 7.4an pêk hat.
Erdheja Marmarayê ku 45 sanîye berdewam kir, li Kocaelî, Yalova, Sakarya, Stenbol û Dûzceyê bû sedema wêranîyê. Li gor agahîyên fermî di erdhejê de 17 hezar û 480 kesan jîyana xwe ji dest dan û 43 hezar û 953 kes jî birîndar bûn.
Di çalakîya bîranînê ya ku ji bo 24emîn salvegera Erdhêja Marmarayê hat lidarxistin de, li ber Bîrdarîya Erdhêjê ya li peravê Kavaklîyê ya li Taxa Golcûka Kocaelîyê, demjimêr di 03:02 xulekan de, ji bo kesên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û dua hat kirin.