Salnameya hilbijartinên Serokomarîyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulanê de bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Salnameya hilbijartinên Serokomarîyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulanê de bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Partîyên ku wê bi tifaqê bikevin hilbijartinê wê di navbera 18 û 24ê Adarê de protokolên xwe pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin.
Lîsteya dawî ya namzedên serokomarîyê wê di 31ê Adarê de bê eşkerekirin. Partîyên sîyasî û namzedên serokomarîyê dikarin 23ê Adarê roja Pêncşemê saet 17.00an serlêdan bikin.
Dengdana li derveyî welat û li derîyên gumrikê wê di 27ê Nîsanê de dest pê bike û di 9ê Gulanê de bi dawî bibe.