Meclisa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran, rapora cinayetên kar ên di 5 mehên ewil ên sala 2023an de pêk hatine parve kir.
Meclisa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran, rapora cinayetên kar ên di 5 mehên ewil ên sala 2023an de pêk hatine parve kir.
Li gor rapora ÎSÎG'ê, tê gotin ku soza AKP-Tifaqa Cumhûr da ye ku wê sedsala nû ya Tirkîyeyê ava bike wiha ye "Di 5 mehên destpêkê yên îsal de 730 karkeran jîyana xwe ji dest dane.
Di heywama serdema desthilatdarîya AKPê de herî kêm 31 hezar û 276 karkeran jîyana xwe ji dest dane. Di sala 2023’an de di meha Çile de herî kêm 120, di meha Sibatê de 213, di meha Adarê de 130 û di meha Nîsanê de jî 122 karker di cînayetên kar de jîyana xwe ji dest da ne.
Di raporê de hat dîyarkirin ku herî zêde karkeran di sektora înşaet û karên çêkirina rêyan de jîyana xwe ji dest dane. Li Amedê di nava 5 mehan de 6 karkeran jîyana xwe ji dest dan. Herî zêde cînayetên karkeran li Stenbolê pêk hatîye.