Rojnamevan Sedat Yilmaz di yekemîn danişîna doza ku derbarê wî de hatibû vekirin de serbest hat berdan.
Yekemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ê ku di 29'ê Nîsanê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hat binçavkirin û di 3'ê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê de hat girtin, bi hinceta ku "endamê rêxistina terorê ye" û "rêxistinê ava kirîye û rêvebirî kirîye" tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Piştê parastinan heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir û biryara berdana Yilmaz da. Dadgehê derheqa Yilmaz de biryara qedexeya derketina derveyê welat da. Danişîna dozê taloqê 29ê Sibata 2024an hat kirin.