Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarîya barîna barana gur da.
Li gor daxuyanîya Midûrîyeta Meteorolojîyê ya Amedê, 9ê Cotmehê roja yekşemê, hat ragihandin ku dibe ku li Amed û bajarên herêmê bager û birûsk û barana gur bibare. Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de wiha hate gotin; “roja yekşemê li başûrê rojhilatê Anadoluyê bi vedana birûskan re baranek gur bibar e; Ji ber ku tê pêşbînîkirin ku li bajarên Dêrsim, Çewlig, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Colemêrg, Sêrt û herwiha li rojhilatê Elezîz û bakurê Amedê bihêz be, tê pêşbînîkirin ku ew ê bibe sedema bûyerên neyînî yên wek lehî û birûsk, di dema baranê de astengîyên hatûçûnê, divê li hemberê vê yekê baldar bin."