Di nirxê neftê de Erzanî û bihabûn berdewam e.
Li gor agahîya ku ji çavkanîyên pîşesazîyê hatin hildan, tê bendê kirin ku ji 3yê Sibatê û pê ve ji bo mazotê lîreyek û 2 quruş erzanî, ji bo otogazê jî lîreyek û 7 quruş wê zem bê kirin Hat dîyarkirin ku di koma benzînê de erzanî û bihabûn tune ye. Li gor bihayên niha yên neftê, li Amedê lîtreya mazotê bi 24 lîre û 49 quruşan û lîtreya benzînê jî bi 22 lîreyê tê firotin.