Piştê ku nirxê warîla petrola Brent, di aboriyên cîhanê de di bin 100 dolarê de ma, tê hêvîkirin ku li Tirkîyeyê îşev pê ve di mazotê de erzanî çêbe.
Piştê ku nirxê warîla petrola Brent, di aboriyên cîhanê de di bin 100 dolarê de ma, tê hêvîkirin ku li Tirkîyeyê îşev pê ve di mazotê de erzanî çêbe. Roja din hatîbû plankirin ku nirxê benzînê 96 qirûş bilind bibe. Piştê daketina nirxê petrola Brent, nûvekirina bihayê hat betalkirin. Piştê ku nefta Brent ji 25’ê Nîsanê vir ve cara ewil daket binê 100 dolarê, tê hêvîkirin ku ji 8’ê Tîrmehê roja Înê, di mazotê de 2,10 TL erzanî çêbe. Li Amedê niha lîtreya motorînê teqrîbî 27,20 TL tê firotin.