Baroya Amedê, ji bo ku xebatên parêzerên di warê mafên zarokan de û di pergala edaletê de dixebitin rehet bike, "Rêbernameya Pratîkê ya Pergala Dadwerîya Zarokan a ji bo Parêzeran" amade kir.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê derbarê amadekirina vê rêbernameyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Em hêvî dikin ku 'Rêbernameya Pratîkê ya Pergala Dadwerîya Zarokan a ji bo Parêzeran' a ku ji alîyê navenda me ve hatîye amadekirin, ji bo hemû hevkarên me yên ku di warê mafên zarokan û parêzvanîya zarokan ên nava pergala dadê de dixebitin re, bi kêr bê.
Edîtorîya rêbernameyê Ayşegûl Moray, Buşra Gûger, Hurîye Hamîdî û Merva Demîrcan Kayaoglu kirin e. Rêbername ji 73 rûpelan pêk tê ku rêberîya parêzerên di pergala dadwerîya zarokan de dixebitin dike. Bi amadekirina rêbernameya pêwendîdar re, armanc ew e ku derbarê mafên zarokan de hişyarî bê zêdekirin û parêzerên di vî warê de kar dikin bi bandortir û bi zanebûn bixebitin.