QEYÛMÊ ERXENÎYÊ MILKÊ ŞAREDARÎYÊ DAYE BER FIROTINÊ
Qeyûmê Şaredariya Erxeniyê mal û milên şaredariyê daye ber firotinê. Piştê şaredariyên navenda Bağlar û Yenîşehîra Amedê, dixwazin 6 milkên Şaredariya Navçeya Erxeniyê jî bifroşin.
Qeyûmê Şaredariya Erxeniyê mal û milên şaredariyê daye ber firotinê. Piştê şaredariyên navenda Bağlar û Yenîşehîra Amedê, dixwazin 6 milkên Şaredariya Navçeya Erxeniyê jî bifroşin.
Hat ragihandin ku li taxên Şîrînevler û Çûkûrdere yên navçeyê 5 milkên wan zevî ne û ya din jî zeviyeke ku îro xeta mazotê ya NATO'yê tê re derbas dibe. Bihayê firotana 6 milkên ku 5 erd û zeviyên wan hene bi giştî wek 5 mîlyon û 367 hezar û 807 lîre hatîye diyarkirin.