Ekîbên Midûriyeta Zabitayên Şaredariya Bajarê Amedê, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanê li navenda bajêr li qesab û reyonên goşt ên marketan kontrol kirin.
Ekîbên Midûriyeta Zabitayên Şaredariya Bajarê Amedê, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanê li navenda bajêr li qesab û reyonên goşt ên marketan kontrol kirin.
Di kontrolên ku li qadên firotina berhemên goşt ên ku di serî de cihên ku divê ji aliyê tenduristî û paqijiyê ve sterîl bin hatin kirin û ji bilî kontrolkirina lîsans û belgeyan, berhemên goşt ji bo dema derbasbûna dîroka bikaranînê hatin kontrolkirin. Her wiha Mora serjêkerê rayedar, şert û mercên parastinê yên goşt, û reng û bêhn jî hatin kontrol kirin.
Ekîbên ku di kontrolan de esnafan hişyar kirin, diyar kirin ku ger rêgez neyên sepandin wê ceza li wan were birîn.