Qanûna ku tê de 5 hezar lîre dayîna ji bo teqawîdên dixebitin û hin rêziknameyên derbarê aborîyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorê biryarê ji bo teqawîdên dixebitin re 5 hezar lîre wê carek bê dayîn. Piştê rêzikname hat weşandin SGK wê bernameya dayîna îkramîyeyê eşkere bike.
Hemû teqawîdên dixebitin ên ku berê ji îkramîyeyê hatibûn dûrxistin wê karibin ji piştgirîyê sûd werbigirin. Tê payîn ku di nava 2 rojan de bernameya dayîna îkramîyeyê were zelalkirin.