PIŞTÊ BENZÎNÊ JI MAZOTÊ RE JÎ ZEM TÊ KIRIN!
Piştê buhabûna benzînê îşev mazot jî buha dibe. Bilindbûne buhayê petrolê li bazarên navneteweyî û bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Tirk bandorê li buhayê benzîn û mazotê dike.
Duh ji benzîn re lîreyek û 49 quruş zem hatibû kirin. Li gor çavkanîyan ji 22yê Berfanbarê pê ve ji mazotê re jî wê bi qasê lîreyek û 62 quruş zem bê kirin. Piştê zema ku were kirin li Amedê lîtreya mazotê wê 38 lîre û 44 quruşan bê firotin. Benzîn jî bi 35 lîre û 87 quruşan tê firotin.