Li Amedê, tevî hişyarîyên pisporan jî ketina Çemê Dîcleyê û golên bendavê didomînin.
Li Amedê, tevî hişyarîyên pisporan jî ketina Çemê Dîcleyê û golên bendavê didomînin. Werzişvanê avjenîyê Huseyîn Nazli, dîyarkir ku divê Çemê Dîcleyê ji bo avjenîyê neyê hilbijartin û wiha berdewam kir; "Li vir zanîna avjenîyê ne girîng e. Dibe ku lingê we li ser koka darê an jî kevirekî asê bibe. Çemê Dîcleyê, ji bo avjeniyê ne ewle ye.” Li gor daneyan, li Tirkîyeyê salane ji 900 heta 1000 kes ji ber xeniqînê jîyana xwe ji dest didin.