Li Amedê perwerdeyên “Akademîya Jinên Karsazên Tirkîye” wê dest pê bikin.
Duyemîn perwerdeya sala 2024'an a Akademîya Karsazên Jinên Tirkîye a ji alîyê Navenda Perwerdehîya Jîyanê ya Zanîngeha Bogazîçî (BÛYEM) û banqeyek taybet ve tê meşandin, wê li Amedê bê lidarxistin.
Akademîya Karsazên Jin ên Tirkîyeyê ku bi mebesta zêdekirina şarezayîya rêveberîyê ya jinên karsaz, xurtkirina hebûna wan di karsazîyê de û berdewamî û mayîndekirina wan tê organîzekirin, bi piştgirî û hevkarîya Borsaya Bazirganî ya Amedê û Jinên Karsazên Bajarê Amedê di 6'ê Adarê de dest pê dike.
Ji bo perwerdehîya ku wê di navbera 6-29ê Adarê de bi kotayek sînordar were kirin serîlêdana wê li ser înternetê tê kirin.