Alîkarê Serokê Karên Dîyanetê Bûrhan Îşlîyen dîyar kir ku kûrsên Kûran’ê wek krêşên pêşdibistanan e û perwerdeker bertek nîşanî wî dan.
Alîkarê Serokê Karên Dîyanetê Bûrhan Îşlîyen dîyar kir ku kûrsên Kûran’ê wek krêşên pêşdibistanan e û perwerdeker bertek nîşanî wî dan.
Serokê Giştî yê Egîtîm-Îş’ê Kadem Ozbay destnîşan kir ku ev wextek e Dîyanet çav berdaye qada perwerdehîyê û wiha axaftina xwe domand: ‘Daxuyanîyên Dîyanetê îtîrafên pir alî ne û ev daxuyanî nîşanî me dide ku hişyarîyên ku me berê derbarê Dîyanetê de dabûn, rast in. Di konseya perwerdehîyê ya dawîn de biryara danîna perwerdehîya dînê ya ji bo pêşdibistanan bi raya zêde hatibû erêkirin lê ji ber bertekên raya giştî îktîdar ji biryarê vegerîya û paş de gav avêt.’