Hat îdiakirin ku parêzerê ku bi miwekîlên xwe yên girtî re bi Kurdî axivî, rastê heqaret û êrîşên fizîkî yên fermandar û leşkeran hatîye.
Parêzer Ahmet Atiş ê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo miwekîlên xwe yên li Rihayê hatin binçavkirin çû Qereqola Cendermeyan a Herêma Pîşesazîya Organîze ya Rihayê û piştê karên îfadeyê temam bûn bi miwekîlên xwe re bi Kurdî axivî.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamya, cendirmeyek bertek nîşanê Atîş da ku bi muwekîlê xwe re bi Kurdî axivî û got, "Ez fêm nakim, bi Tirkî biaxivin." Atiş ji alîyê fermandarê qereqolê û 4-5 cendirme ku kamûflajên leşkerî li ser wan hebû, rastê heqaret û êrîşên fizîkî hatîye.
Parêzer Atiş derbarê êrîşkaran de bi îdîaya "Bi qestî birîndarkirin, heqaret û astengkirina wezîfe " serî li Serdozgerîya Komarê ya Rihayê da.