Wekîlê CHP'ê yê Bursayê Kayihan Pala hişyarî da welatîyan ku ji ber enfeksiyonên hilmê ên ku di demên dawî de gelek caran têne dîtin de tedbîrên xwe bigirin.
Wekîlê CHP'ê yê Bursayê Kayihan Pala hişyarî da welatîyan ku ji ber enfeksiyonên hilmê ên ku di demên dawî de gelek caran têne dîtin de tedbîrên xwe bigirin.
Pala da zanîn ku Wezareta Tenduristîyê nikare nexweşîyên şewbê baş bi rê ve bibe û wiha got: "ne aşî anîye û ne jî xebatên wê yên ji bo hişyarkirina hebûna vê nexweşîyê di civakê de têr dike. Pirsgirêkên ku îro li Tirkîyeyê di gîhandina dermanan de tên jîyîn jî parçeyek ji vê yekê ne.
Pêwîste Tirkîye di demek nêz de bibe xwedî sîstemeke tenduristîyê ya guncaw, ger em sîstemeke tenduristîyê ya giştî, wekhev, azad û bigihînin her kesî ava nekin, mixabin bi taybetî jî feqîr û bêpar wê vê pêvajo zêdetir bandoreke neyînî li wan bike.