Pîrozbahîyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevanîyê ya Cîhanê, li Amedê bi beşdarîya karker û kedkaran dest pê kir.
Pîrozbahîyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevanîyê ya Cîhanê, li Amedê bi beşdarîya karker û kedkaran dest pê kir.
Pîrozbahîya 1'ê Gulanê ya Cejna Karkeran a bi pêşengîya Hêzên Ked û Demokrasîyê li Qada Derê Çîya ya Amedê, bi tevlîbûna sendîka û rêxistinên sivîl û gelek karker û kedkaran dest pê kir.
Karkerên ku xwestin bimeşin qada pîrozbahîyê ji alîyê polîsan ve hatin astengkirin. Di navbera karker, kedkar û polîsan de demek kurt rageşî derket û piştre bi komên biçûk derbasê qadê bûn.
Pîrozbahîya Cejna Karkeran a li Amedê bi axaftinên rayedarên sendîkayan ên li ser girîngî û daxwazên karker û kedkaran berdewam dike.