Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên endeksa pêbawerîya aborîyê ya meha Adarê eşkere kir.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên endeksa pêbawerîya aborîyê ya meha Adarê eşkere kir.
Li gor daneyên TUÎK'ê, di meha Sibatê de endeks pêbawerîyê 99,1 bû, di meha Adarê de ji sedî 0,2 kêm bû û daket 98,8'an. Li alîyê din endeksa pêbawerîya serfkaran di meha Adarê de ji sedî 2,9 daket û bû 80,1. Di heman heyamê de endeksa pêbawerîya sektora reel ji sedî 1,7 zêde bû, û derket 104,1ê. Endeksa pêbawerîya sektora înşaetê ji sedî 1,5 kêm bû, û derket 88,5an. Endeksa pêbawerîya sektora xizmetê jî, ji sedî 1,1 zêde bû û derket 116,8an. Endeksa pêbawerîya sektora bazirganîya biçûk jî, ji sedî 4,4 kêm bû û bû 117,7.