Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ragihand ku li 11 bajarên ku erdhej lê çêbûne, dest bi çêkirina 180 hezar xanîyan hatîye kirin û heta dawîya salê 319 hezar xanî wê biqedin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ragihand ku li 11 bajarên ku erdhej lê çêbûne, dest bi çêkirina 180 hezar xanîyan hatîye kirin û heta dawîya salê 319 hezar xanî wê biqedin.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî, der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Li 11 bajarên ku erdhej lê çêbûne, me dest bi çêkirina 180 hezar xanîyan kir.
Ji van xanîyan 120 hezar û 389 xanî bi TOKÎ, 21 hezar û 921 xanî bi Emlak Konut û 37 hezar û 129 xanîyên gundan jî ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Înşaatê ve ava dikin. 139 hezar û 561 niştecihên me niha di qonaxa projeyê de ne. Bi vê awayê heta dawîya salê em ê 319 hezar xanîyên xwe temam bikin û teslîmê hemwelatîyên xwe bikin.