Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, rojnamegerên ku ji ber xebatên pîşeyî û binpêkirinên di vê pêvajoyê de pêk hatine û piştê salekê hêj nû derketine pêşberê dadger nirxand.
Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, rojnamegerên ku ji ber xebatên pîşeyî û binpêkirinên di vê pêvajoyê de pêk hatine û piştê salekê hêj nû derketine pêşberê dadger nirxand.
18 rojnamevanên ku 15 jê di 8'ê Hezîrana 2022'an de li Amedê di serdegirtinên mal û kargehan de hatibûn binçavkirin, wê cara ewil di 11'ê Tîrmehê de derkevin pêşberî dadger. Ozdemîr ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku rojnamevan her tim ji be rkarên xwe dibin hedefa darazê û got ku bi pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê tîrmehê zextên li ser rojnamevanan zêdetir bûne.
Ozdemîr anî ziman ku rojnamevan bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û got: "Demeke dirêj tên girtin. Ev yek veguherîya biryarên cezakirinê." Ozdemîr dîyar kir ku ew wekî Baroya Amedê pêvajoya lêpirsîna rojnamevanên girtî dişopînin û got ku ji bo azadîya fikr û ramanê ew ê danişîna dozê ya di 11'ê Tîrmehê de bişopînin.