OSYM’YÊ RAGIHANDINA DÎROKA EZMÛNÊ BI ŞÛNDE VEKŞAND
ÖSYM'ê ragihand ku wê di 18'ê Hezîranê de ezmûna zanîngehê bê kirin û piştê ku tê gotin ku di heman demê de wê li Tirkîyeyê hilbijartin were kirin, ÖSYM'ê diyarkirina roja ezmûnê ji weşanê rakir.
ÖSYM'ê ragihand ku wê di 18'ê Hezîranê de ezmûna zanîngehê bê kirin û piştê ku tê gotin ku di heman demê de wê li Tirkîyeyê hilbijartin were kirin, ÖSYM'ê diyarkirina roja ezmûnê ji weşanê rakir. Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk daxuyanî da û got, "Di prensîbê de salnameya hilbijartinê û salnameya ezmûnê li hev nakin. ÖSYM niha li serê xebatan dikin, di demek nêz de wê bi raya giştî re parve kirin." Li ser vê yekê ÖSYM'ê jî dîyarkirina dîroka ezmûnê ji weşanê rakir. Der barê bernameya nû ya ezmûnê de ti daxuyanî nehat dayîn.