Li Amedê di operasyonên qaçaxçîtîyê de amûrên ku bihayê wan nêzê 13 milyon lîre ye hatin bidestxistin.
Li Amedê di operasyonên qaçaxçîtîyê de amûrên ku bihayê wan nêzê 13 milyon lîre ye hatin bidestxistin.
Ekîbên Midûrîyeta Polîsan a bajêr, di bin koordînasyona Serdozgerîya Komarê ya Amedê de di 10 rojên dawî de 47 operasyonên qaçaxçîtîyê li darxistine. Di operasyonan da 55 şikbar hatine binçavkirin.
Di lêgerînan de 32 hezar û 777 paket cixareyên markayên curbecur, 64 hezar û 320 pelên cixarê, 79 kîlo û 34 gram titûna nargezê, 204 cixareyên elektronîk, 62 lîkîtên cixareya elektronîk, 66 şûşeyên alkolê û her biha bi hezaran cure kelûpelên wekî din hatin zevt kirin.
Hat dîyarkirin ku nirxê eşyayên qaçax bi qasî 13 milyon lîre ye. Derbarê gumanbarên hatin binçavkirin de tedbîrên hiqûqî hatin destpêkirin.