"Em bi îdîaya 'soz hatîye dayîn ku qeyûm tayîn nakin' dikenin."
Parlamenterê DEM Partî yê Antalyayê Saruhan Oluç derbarê îdîayên ku bi AK Partîyê re hevdîtin kirine û ji bo qeyûm neyê tayînkirin li hin şaredarîyan namzet dîyar nekirine de bersiv da.
Oluç anî ziman ku bi AK Partîyê re ti ‘hevdîtinek sîyasî’ nekirine û got ku netayînkirina qeyûman ne bi gotinan, bi guhertina qanûnê pêkan e û axaftina xwe wiha domand, “tu pêşnîyara qanûn tine, wê demê bi kîjan gotinê tê bawer kirin? Ev ji bo me garantîya vê yekê ye.
Ji ber vê yekê em bi îdîaya 'soz hatîye dayîn ku qeyûm tayîn nakin' dikenin."