Dolar bi zêdebûnê dest bi rojê kir û derket 31,2248 lîreyê.
Bi vê bilindbûnê re nirxa dolar di dema pîyaseyên vekirî de derket asta herî bilind. Duh di saetên girtina pîyaseyên Tirkîyeyê da dolar bi 31,1870 TLyê dihat firotin;
di roja nû de bi 31.2223 TL dest pê kir. Dolar piştê vebûna pîyaseyê derket 31,2248 TLyan û bi vî awayê derket asta herî bilind a ku dema pîyase vekirî ye.
Ji alîyê din ve dolar duh li pîyaseyên navneteweyî dema ku pîyaseyên Tirkîyeyê girtî bûn derketibû 31,3872 TLyan û asta rekora xwe ya dîrokî nû kir. Euro di asta 33,9257 de tê firotin û grama zêr jî bi 2043 TLyê tê firotin.