Malbata Şenyaşar, ji bo bi rayedaran re hevdîtin bikin çûn Wezareta Edaletê, lê nehiştin têkevin avahîyê.
Malbata Şenyaşar, ji bo bi rayedaran re hevdîtin bikin çûn Wezareta Edaletê, lê nehiştin têkevin avahîyê.
Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê li Enqereyê berdewam dike, xwest ji derîyê Meclîsê yê Dîkmenê heta Wezareta Edaletê bimeşin, lê îro ji alîyê polîsan ve hatin astengkirin.
Malbata Şenyaşar a ku astengîya polîsan şikand û ber bi Wezareta Edaletê ve meşîya, daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Dadê kir. Li ser daxwaza malbatê rayedaran destûr nedan malbat bikevin avahîya wezaretê. Malbata Şenyaşar piştre vegerîyan Meclîsê û li bendê man.