Navê Esat Oktay Yildiran ê ku li Îzmîrê li dibistanek hatibû dayîn ji dibistanê hate rakirin.
Biryara navê Esat Oktay Yildiran ê bi îşkenceya ku piştê darbeya 12'ê Îlona 1980'an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dikir dihat nasîn, li dibistana seretayî ya li Gundê Belenbaşi yê navçeya Buca ya Îzmîrê hat dayîn, bû sedema bertekan.
Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmara 5'an a Îzmîrê Savaş Candemîr, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ev nav hatîye rakirin û wiha got, "Di encama daxuyanîyên me yên 2 rojan de û piştgirîya gel de navê Esat Oktay Yildiran ê êşkencekar ji dibistanê hat rakirin.
Serê sibê tabelayên dibistanê hatin guhertin û navê dibistanê carek din bû Dibistana Seretayî ya Belenbaşi. Em ê mijarê bişopînin û derbarê rayedarên ku bûne sedem dibistan bi navê Esat Oktay Yildiran were vekirin de serlêdana sûc bikin."