NÛNÊRÊN PARTÎYA SIYASÎ: ROJNAMEVANAN BERDIN
Nûnerên partîyên siyasî yên Amedê, di derbarê binçavkirina 21 rojnamevan de daxuyanî dan.
Nûnerên partîyên siyasî yên Amedê, di derbarê binçavkirina 21 rojnamevan de daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy di derbarê mijarê de wiha got; "Çapemenîya azad civakê agahdar dike û bi berpirsyarîya parvekirina agahîyên rast û saxlem rêya xwe didomîne. Ev operasyon jî ji bo vê rastîyê bi temamî veşêrin tên kirin." Endamê Lîjneya Rêveber a Parêzgeha Amedê ya Partîya Karkeran ya Tirkîyeyê (TÎP) Furkan Erdogan dîyarkir ku rojnamevan ji alîyê raya giştî ve hatine tirsandin û wiha got; “Dengê me wê her tim li dijî zilm û îşkenceyê bilind û yekgirtî be” Serokê Giştî yê Partîya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) ya Amedê Cîhan Ulsen jî, bal kişand ser serwerîya azadîya çapemenîyê ya ji alîyê hikûmetê ve û daxwaz kir ku rojnameger bi lêzgînî bên berdan.