Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Nifûs û Hemwelatîbûnê (NVÎ) derbarê demjimêrên hilbijartinê yên midûrîyetên nifûsê de daxuyanîyek da.
Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Nifûs û Hemwelatîbûnê (NVÎ) derbarê demjimêrên hilbijartinê yên midûrîyetên nifûsê de daxuyanîyek da.
Di daxuyanîyê de welatîyên ku wê di Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Giştî ya Parlementoyê ya Serdema 28emîn de dengê xwe bidin, ji bo daxwazên nasnameyan wê vekirî bin û bê wergirtina randevûyê wê bixebitin.
Hilbijêrên ku diçin ser sindoqan, karta nasnameyê ya ku jimara nasnameya Komara Tirkîyeyê li ser e, karta nasnameya bi mora sar a ku ji alîyê meqamên fermî ve hatîye dayîn, pasaport, belgeya zewacê, belgeya leşkerîyê, ehlîyeta ajotinê, karta nasnameya pîşeyî ya ku ji dadger û dozger û endamên desteya bilind a dadwerî, parêzer, noter û personelên leşkerî, ewê yek ji belgeyên fermî yên wek nasnameyê ku "nasnameya wî bê dudilî eşkere dike" radestî serokomar bike û hejmara dengdêran bêje. Hilbijêrên ku yek ji van belgeyan peyda nekin wê nikaribin dengê xwe bidin.