Ji ber zêdebûna bûhaya neftê û zêdebûna dolarê ji motorînê re li ser hev zem hate kirin.
Ji ber zêdebûna bûhaya neftê û zêdebûna dolarê ji motorînê re li ser hev zem hate kirin.
Li gor agahîyên ku ji jêderkên sektora neftê hatîye wergirtin, ji lîtreya motorînê re ji îşev û pê ve 95 qirûş zem tê kirin. Ji bo benzînê zem di rojevê de tune ye. Motorînê re di 11’ê tebaxê de 82 qirûş, 18’ê tebaxê de 77 qirûş, di 20’ê tebaxê de lîrayek û 7 qirûş zem hate kirin. Bi vê zema ku îşev wê were kirin zema ku di nava 2 hefteyan de hatîye kirin wê 3 lîra û 61 qirûş be.