Zahra Mohammadî ku ji bo dersa Kurdî dabû zarokan ji alîyê hêzên rejîmê yên Îranî ve hatibû girtin, li dijî mûameleyên bêhiqûqî yên li girtîgehan tên kirin ket greva birçîbûnê.
Zahra Mohammadî ku ji bo dersa Kurdî dabû zarokan ji alîyê hêzên rejîmê yên Îranî ve hatibû girtin, li dijî mûameleyên bêhiqûqî yên li girtîgehan tên kirin ket greva birçîbûnê.
Li gor daxuyanîya Hengawê ya rêxistina mafên mirovan hat dîyarkirin ku mamosteya Kurdî û Seroka Komeleya Civakî û Çandî ya Nozîn Zahra Mohammadî ji bo mûameleyên bêhiqûqî yên rayedarên Girtîgeha Sanandejê ya li dijî jinên ku demên dawîn de hatine binçavkirin tê kirin bi çend girtîyên din re dest bi çalakîya birçîbûnê kir. Zahra Mohammed ji bo ku li Parêzgeha Kurdistana Îranê dersên Kurdî dida hat girtin û di Sibata 2021’an de 5 sal cezaya girtîgehê jê re hat dayîn. Zahra Mohammed ji Sibata 2021’an vir ve di girtîgehê de tê girtin.