Midurîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, gelek bajarên li herêma erdhêjêne ji ber baran û şilîya zêde hişyarî da û xwest ku gelê herêmê tevdîrên xwe bigrin.
Midurîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, gelek bajarên li herêma erdhêjêne ji ber baran û şilîya zêde hişyarî da û xwest ku gelê herêmê tevdîrên xwe bigrin.
Meteorolojîyê ragihand ku ji danê nîvro û pê ve wê li Semsûr, Dîlok, Riha, Elezîz, Meletî û Dêrsimê baraneke zêde bibare.
Midurîyetê li dijî rabûna lehî, vedana birûskan, qutbûna di veguhestinê de, di dema barîna baranê de bayê zêde, gijlok û babelîskan xwest welatî baldar bin û tevdîrên xwe bigirin.